Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

Bi dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Xerab El Cîr a li bajarê Rimêlanê hatin kirin, dengê teqînan ji baregehê hat bihîstin. Lê tu agahiyên der barê ziraran de nehatin bidestxistin.

Li dijî  baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan
23 adar, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmarek dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li gundewarê bajarê Rimêlanê yê bakurê Cizîrê kir.

Li gorî agahiyan, herî kêm 6 dronan êrişî baregehê kiriye, lê agahiyên têkildarî ziraran de nehatine bidestxistin.

Tê zanîn ku di baregehê de hêzên Amerîkayê hebûn, lê vê mehê jê vekişiyabûn.

(fr)