Êrişa çeteyan hat têkbirin

Êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ber bi sibehê ve li rojavayê Minbicê çêbû, hat tekbirin.

Êrişa çeteyan hat têkbirin
5 nîsan, 2024   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, îro (5 Nîsan 2024) serê sibehê êrişî gundê El-Buhec ê dikeve rojavayê Minbicê kirin. 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, şervanên Cephe El-Ekrad bersiv da êrişa çeteyan.

Piştî pevçûneke demkurt, êrişa çeteyan hat têkbirin. 

(a)

ANHA