‘Erebistan Siûdî amade ye têkiliyan bi Îsraîlê re normalîze bike’

Li gorî çavkaniyan, Erebistana Siûdî ragihand ku ew ê amade be bi Til Evîvê re têkiliyên xwe normalîze bike, heke Îsraîl sozê qebûlkirina dewleta Filistînê bide.

‘Erebistan Siûdî amade ye têkiliyan bi Îsraîlê re normalîze bike’
2 sibat, 2024   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê agahiyên xwe spartin çavkaniyan û ragihand ku Erebistana Siûdî dixwaze beriya hilbijartinên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pê re peymaneke parastinê çêke û ji bo wê ragihand dê amade be bi Til Evîvê re têkiliyan normalîze bike, lê heke Îsraîl soz bide dewleta Filistînê qebûl bike.

Reutersê li gorî heman çavkaniyan diyar kir ku Siûdî ji her demê bêtir, li ser ewlehiya xwe û dûrxistina gefên Îranê baldar e, ji bo ku bikare aboriya xwe bi pêş bixe û bala sermayeya biyanî ya mezin bikişîne ser xwe.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Riyad ji Îsraîlê gavên cidî ji bo avakirina dewleta Filistînê dixwaze lê belê li şûna wê divê Îsraîl soz bide dewleta Filistînê qebûl bike.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku rayedarên Siûdiyê bi awayekî veşartî bang li Washingtonê kir ku fişarê li Îsraîlê bike ji bo ku şer rawestîne û Riyad dê dest bi normalîzekirinê bike û ji nû ve avakirina Xezayê fînanse bike, lê bi şertê ku Îsraîl dewleta Filistînê qebûl bike.

(şx)