Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn  Mûsa Xelef El Mûsa li Reqayê di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
16 adar, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa Xelef El Mûsa dema erka xwe bi cih dianî 15’ê Adarê li ser rêya Reqa- Hikumiyê di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mûsa El Mûsa mînakê cesaret û dilsoziyê bû.

Hate gotin "Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hember gefên terorîstan bê rawestan xebata xwe bidomînin. Em dê ji bo pêkanîna edalet û ewlehiyê ji hemû gelê xwe li Reqa û tevahî Sûriyeyê re yekgirtî bin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Mûsa El Mûsa

Navê Dayikê: Xensa

Navê Bav: Xelef

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Reqa- Şêx Hesen 27-9-1998

Dîroka Tevlîbûnê: 5-3-2025

Dem û cihê şehadetê: 15.03.2025.

(bb)

ANHA