‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest ku di navbera 11-14’ê Kanûnê de şehîd bûbûn.

‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
‘Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin’
18 kanûn, 2024   13:28
KOBANÊ

Bi dehan sedan şêniyên Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên şehîd Tah (Tah Hemzê), şehîd Amanos Xizênê (Oso Bekî) û şehîd Şoreş Xizênê (Mihemed Bekî) re xwest.

Şervanê Hêzên Komandos Amanos Xizênê (Oso Bekî) di 11ˈê Kanûnê de di berxwedana li Pira Qereqozaqê de şehîd bûbû, her wiha birayê wî şervanê Komandos Şoreş Xizênê (Mihemed Bekî) di 11 Kanûnê de li Qereqozaqê şehîd bûbû, şervanê QSDˈê Taha jî li Kobanê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê li gundê Memîtê yê bajarê Kobanê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şahîdan re xwest.

Bêrîvan diyar kir ku ew bi saya şehîdan gihaştine azadiya xwe û wiha dewam kir: “Şehîdan ji bo gelê xwe biparêzin canê xwe feda kir. Em jî soz didin şehîdan ku heta dawiyê rêya wan bişopînin û xwîna wan li erdê nehêlin. Divê em wek malbatên şehîdan li pey xeta şehîdên xwe bin da ku em tola şehîdên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê hilînin. Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sş/k)

ANHA