Efrîniyekî din ê vegeriyaye hat revandin

Koçberekî ji gundewarê Efrînê yê ku duh di koma sêyemîn de vegeriyabû Efrînê, ji aliyê hêzên hikumeta demkî ve hat revandin.

Efrîniyekî din ê vegeriyaye hat revandin
15 nîsan, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh koçberên Efrînê yên ku di nav koma seyemîn de vegeriyane, rastî hewldanên provokasyonê hatin û 4 ciwan ji ber sedemên nediyar hatine girtin, lê îro ew berdan.

Îro jî ji heman koma vegeriyane kesekî din hat revandin.

Ev bûyer binpêkirina peymana 29ˊê Çileya 2026ˊan a di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ye ku yek ji naveroka bendên wê hêsankirina vegera koçberan ber bi warên wan ve ye.

(fr)