Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan

Durziyan di çalakiya salvegera "Dewleta Cebel El Duruz" de xwest dewleta sekuler û demokratîk a rêzê bide tevahî welatiyan were naskirin, edalet pêk were û dosyaya gorên komî, çarenûsa kesên winda û yên revandî were aşkerakirin û hesab were pirsîn.

Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
Durzî di salvegera ‘serxwebûnê’ de daketin qadan
5 nîsan, 2026   15:28
SIWÊDA

Bi boneya salvegera serxwebûna “Dewleta Cebel El Duruz” ku piştî Peymana Sykes-Picot hatibû avakirin, bi dehan Durziyên Siwêdayê li Qada Îstîqlalê hatin gel hev û daxwazên xwe yên siyasî û civakî anîn ziman.

5'ê Nîsanê ji bo Durziyên li Sûriyeyê bi taybetî yên Çiyayê El Ereb (Cebel El Ereb) rojeke dîrokî ye. Piştî Peymana Sykes-Picot (1916) ku herêm dabeş kirin, Durziyên li Sûriyeyê di sala 1921'an de "Dewleta Cebel El Duruz" wek statuyeke serbixwe ava kir. Lê di sala 1936'an de bi Şam û Helebê re di çarçoveya Komara Sûriyeyê de bû yek.

Beşdaran di çalakiyê de diyar kir ku dewleta Durziyan rastî cudakarî û hewldanên domdar ên şikandina îradeyê hatin. Her wiha anîn ziman ku sûcên ku di demên dawîn de li Siwêdayê hatine kirin berdewamiya sûcên berê ne û wekî qirkirina ku nayê efûkirin bi nav kirin.

Beşdaran daxwazên xwe bi daxuyaniyekê anîn ziman: “Divê serxwebûn û dewleteke sekuler û demokratîk ku rêzê li mafên hemû welatiyan digire, di qada navneteweyî de were naskirin.

Divê bi rêya vekirina dosyayên gorên komî, belgekirina kesên winda û revandîyan, şandina komîsyoneke lêkolînê ya navneteweyî ya serbixwe, hesabpirsîna ji hemû kesên ku beşdarî tundiyê bûne an jî teşwîq kirine, edalet pêk were û rastî werin aşkerakirin.

Ji bo parstina rûmeta şêniyan divê herêm werin rizgarkirin û dorpêça li ser gundên Durziyan were rakirin. Divê dergeh werin vekirin şantajên diravî û debarê werin bidawîkirin.

Divê sazî û maf bi rêya belgekirina qurbaniyan û vekirina dozên mafên giştî werin xurtkirin. Aliyên dadwerî û tenduristiyê bi tevahî berpirsyariya vê yekê radikin.

Helwesta neteweyî û avakirina saziyan piştgiriyê dide saziyên neteweyî yên wekî Parêzvanên Nîştimanî, Komîteya Hiqûqî û Ewlekariya Hundirîn. Divê ev sazî ji her îstismarkirina ji bo berjewendiyên teng werin paqijkirin da ku xizmeta gel bikin.”

(bb)