Dîmenê êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat weşandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê dîmenê êrişa çekdarên hikumeta veguhêz ên ser benda kontrolê ya derdora çerxerêya Şîhanê weşand.

Dîmenê êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat weşandin
27 kanûn, 2025   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh bi şev careke din êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê dîmenê êrişa li ser benda kontrolê ya hêzên wê ya derdroa çerxerêya Şîhan weşand û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin " Ev dîmen îsbat dike ku komên girêdayî hikumeta Şamê bi guleyên RPG êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a derdora çerxerêya Şîhanê ya Helebê dike. Ev dîmen îdiayên ku dibêjin hêzên me berpirsên destpêkirina êrişê ne, derew derdixe."

22’ê kanûnê (2025) jî çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribû. Di encamê de jinek şehîd bû, 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn. Bi navbeynkariya hin aliyan lihevkirinek li ser agirbest hate ragihandin. Lê komên girêdayî hikumeta veguhêz ku li gorî lihevkirinê tev nagerin û agirbestê binpê dikin.

(b)