Di teqîna Şamê de leşkerek hat kuştin û hin jî birîndar bûn

Di teqîna erebeya bombebarkirî ya li Şamê de leşkerekî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat kuştin û hin leşker jî birîndar bûn.

Di teqîna Şamê de leşkerek hat kuştin û hin jî birîndar bûn
19 gulan, 2026   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Bab Şerqî ya Şamê li nêzî Rêveberiya Biçekkirinê ya Wezareta Parastinê teqîn pêk hat. Ambulanc û tîmên awarte berê xwe da cihê bûyerê.

Rêveberiya Ragihandinê û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî diyar kir ku "yek ji komên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê mayînek li herêma Bab Şerqî ya Şamê li nêzî avahiyeke girêdayî Wezareta Parastinê dît."

Rêveberiyê da zanîn ku "Tavilê destwerdan kir û hewl hate dayîn ku erebeya bombebarkirî were bêbandorkirin. Lê erebe teqiya, di encamê de leşkerek hat kuştin û hin jî birîndar bûn."

(fr)