Di şewatê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da

Li taxa Ferdos a Tirbespiyê ji ber pirsgirêkên elektrîkê şewat derket û di encamê de jineke ciwan a bi navê Nercis Şeilan jiyana xwe ji dest da.

Di şewatê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da
Di şewatê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da
Di şewatê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da
Di şewatê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da
10 tîrmeh, 2025   14:49
QAMIŞLI

Li taxa Ferdos a bajarê Tirbespiyê agir bi malekê ket. Ekîbên agirkujiyê bi lez berê xwe da cihê bûyerê, lê beriya ku şewatê vemirînin,  şewat bi lez belav bû û di encamê de jina ciwan a bi navê Nercis Şeilan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî şahidên bûyerê, şewat ji ber kablên panelên enerjiya rojê derketiye.

(bb)