Di rojnameyên erebî de serdana Barzanî ya li Enqereyê û rageşiya Îran û Îsraîlê

Rojnameyên erebî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bi serdana li Enqereyê hewl dide di qonaxa piştî hilbijartinên parlamentoyê de piştevanekî herêmî peyda bike. Her wiha da zanîn ku hikumeta Şamê û Rûsya ji bo rêgirtina li ber vekirina eniya Colanê tevgerên xwe zêde kirine.

Di rojnameyên erebî de serdana Barzanî ya li Enqereyê û rageşiya Îran û Îsraîlê
17 cotmeh, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê, rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de û tevgerên Şam û Moskovê yên rêgirtina li ber eniya Colanê.

‘NÊÇÎRVAN BARZANÎ JI BO PEYDAKIRINA PIŞTGIRIYA HERÊMÎ LI ENQEREYÊ YE’

Rojnameya El Ereb cih da hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê.

Rojnameyê serdana beriya hilbijartinên parlamentoyê ya ji aliyê serokê demborî yê hikumeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ya li Enqereyê wek "gaveke ji bo pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyeyê re” bi nav kir, nemaze ku PDK bi fikar e ku Îran û hêzên hevalbendên wê yên ku desthilatdariya federaliya Iraqê kontrol dikin, li kêleka hevrikê wê anku YNKˈê ya bi serokatiya Bafil Celal Talebanî bin.

Li gorî rojnameyê, Barzanî bi vê serdanê li piştevaneke herêmî ji bo qonaxa piştî hilbijartinan digere û wiha hat domandin: "Li aliyekî din jî Tirkiye, PDKˈê teşwîq dike ku têkiliyên xwe pê re xurt bike. Tirkiye bi xurtkirina têkiliyan bi PDKˈê re dê gelek qezencan bi dest bixe; hegemonyaya xwe li Iraqê çêke, li hemberî bandora Îranê ya li wî welatê zemîneke xurt ava bike. Ji bilî feydeya herî berbiçav peydakirina hevsengeke siyasî û ewlekarî ya herêmî bi dest bixe."

‘TEDBÎRÊN ŞAM Û MOSKOVÊ JI BO RÊGIRTINA LI BER ENIYA COLANÊˈ

Rojnameya Şerq El Ewsat şerê Îsraîl û Hizbullahê û bandorên wê yên muhtemel ên li ser Sûriyeyê nirxandin. Rojnameyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê bi tifaqa bi Rûsan re fermanên leşkerî yên giran dide. Hate gotin hikumeta Şamê bi rêya van fermanan tevgera dostên xwe (komên îranî û Hizbullahê) asteng bike, ji tirsa ku komên navborî wê bikişînin nava şerê bi Îsraîlê re yê li Colana dagirkirî.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê tevgerên li herêmên li beramberî Colanê sînordar dike û hewl dide gundewarê Şam û Himusê bigire nava vê yekê.

‘ÎSRAÎL Û ÎRAN: HERÊM LI SER SÊLA BENDEWARIYÊ YE’

Rojnameya El Beyan cih da aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de. Hate diyarkirin ku herêma Rojhilata Navîn ji ber gefên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê “li ser sêla germ a bedewariyê ye”.

Hate bibîrxistin ku Îsraîlê gefa bersiva êrişa 1ˈê Cotmehê dixwe û Îran jî gefan dixwe eger Îsraîl êriş bike dê bê bersiv nemîne.

Di dewama nûçeyê de hate gotin ku li gorî tora CNNˈê ku agahiyên xwe ji rayedarên DYAˈyê girtine; “Dibe Îsraîl beriya hilbijartinên serokatiya DYAˈyê yên 5ˈê Mijdarê bersivê bide. Bersiva Îsraîlê û asta wê ne girêdayî dema hilbijartinên DYAˈyê ne, lê Îsraîl hilbijartinan li ber çavan digire.”

Rojnameyê bi bîr xist ku wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant pêr gotibû "Bersiv dê baldar û dijwar be". Di heman demê de gotibû vekirina eniyên nû dê ne li gorî berjewendiyên Til Avîvê be. Hat destnîşankirin ku li gorî çavdêran, axaftinên Galant nîşaneyek e ku bersiva Îsraîlê ew be ku cihên petrolê û yên nukleerî yan jî rayedarên Îranê bike hedef.

Hate gotin: “Li gorî çavdêran, derengketina bersiva Îsraîlê dijwariya wê erkê nîşan dide ku pêkanîna wê pêwîstî bi tiştekî mîna beşdariya DYA’yê yan jî erêkirina wê heye. Sedema vê derengbûnê jî rewşa krîtîk a rêveberiya DYAˈyê ya ji ber hilbijartinên meha bê ye. Ev tevlihevî wê di rewşeke dijwar de dihêle ku zehmet e biryarên çarenûsî bide û bandorên wê yên xeternak tehemul bike."

(bb)