Di rojekê de 6 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 6 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 6 kes hatin kuştin
19 hezîran, 2025   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de bi kêmanî 6 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê kuştine 6 kesî de hin agahî parve kirin, diyar kir ku li herêma Asreya ya gundewarê rojhilatê Hemayê kesek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer di nava zeviyên çandiniyê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Rukendîn a naverasta Şamê jî çekdarên nenas zarokekî 15 salî qetil kir.

Hate diyarkirin ku komên çekdar li xaçerêya Sebîhiya ya nêzî bajarê Sifêra ya gundewarê rojhilatê Helebê û li gundê Mensûra yê rojavayê Helebê du kes qetil kirin.

Li gundê Sehwa Belata yê Siwêdayê jî ciwanekî 20 salî ji ber çeka ku pê dilîst jiyana xwe ji dest, li taxa Qisûr a Humisê jî kesek ji aliyê komeke çekdarên nenas ve hatibû revandin, kuştî hat dîtin.

(bb)