Di rojekê de 4 jê zarok 11 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku di 24 saetên dawîn de, 4 jê zarok 11 kes di bûyerên cuda de hatin kuştin.

Di rojekê de 4 jê zarok 11 kes hatin kuştin
26 gulan, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 11 kes ji ber êriş, bermehiyên şer û bikaranîna çekan hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de ev da zanîn ku li bajarokê Diwêr  ê Dêrazorê şivanek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Sibêxanê jî zarokek keçîn bi şaştî ji aliyê birayê ve bi çifteya nêçîrê hat hatin, li bajarokê Celaa yê rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna depoyeke çekan 3 endamên hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 endam jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê, li Cebl Şaîr ê Humsê jî ji ber teqîna bombeyekê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Ceblê yê Laziqiyê jî di êrişa çekdarê nenas de ciwanek hat kuştin. Her wiha li taxa Nasira ya bajarê Hesekê komek dizan bi ser malekê de girt û kesek qetil kirin, li heman bajarî di encama teqandina bê serûber a çekdan ciwanek hat kuştin.

Hate diyarkirin ku li taxa Someriyê ya Şamê jî ji ber teqandina bê serûber a çekan zarokekî jiyana xwe ji dest da û li gundewarê Minbicê jî dema paqijkirina çekan zarokekî 15 salî bi şaştî hat kuştin.

(bb)