Di Roja Kobanê a cîhanê de soza bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn

Di Roja Kobanê a Cîhanê de soza bilindkirina têkoşînê li dijî pergala qirkirin û îşkenceyê, her wiha soza bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tolhildana şehîdan û rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.

1 mijdar, 2024   18:18
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 10`emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê şahiyek hate lidarxistin. 

Hemû nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê, tev li şahiyê bûn. Li qada şahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin daliqandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa di şahiyê de axivî û berxwedana efsanewî ya Kobanê silav kir.

Hec Îsa wiha domand: "Di roja ku tevaî cîhan ji bo Kobanê rabûye de, ew terora reş bi dawî bû. Em jî we li bajarê berxwedanê, Kobanê silav dikin."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî axivî û got: "Bi saya ramanên Rêber AbdullaH Ocalan û bangewaziya wî, Kobanê hate rizgarkirin."

El Ebid balkişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember hovîtiya wê şermezar kir.

Li ser navê Kongra Star Laleşîn Abdullah ku şahideke berxwedana Kobanê ye axivî û got: "Em berxwedêrên Kobanê silav dikin. Di vê rojê de li ser bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan li her derê li dijî DAIŞ`ê gel serî hilda."

Laleşîn gerîla û şervanên li hember hovîtiya DAIŞ`ê li ber xwe dane silav kir û got: "Bi berxwedana xwe bala cîhanê kişand ser Kobanê. Hemû kesên ji bo jiyaneke azad tê dikoşin, berê xwe dan Kobanê û Kobanê hate rizgarkirin."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Bengî axivî û got: "Bi navê hevalên enternasyonalîst em hemû berxwedêran silav dikin. Kobanê li cîhanê tev da bûye mîanka berxwedanê. Em vê rojê pîroz dikin."

Jiyan wiha domand: "Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan gelek şervan û ciwanên enternasyonalîst berê xwe da Kobanê, tev li berxwedana rûmetê bû û şehîd bûn. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Her wiha Jiyan têkoşîna jinan silav kir ku pêşengiya şoreşê dikin û di heman demê de bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.

Dûra jî komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn berhemên hunerî û dîlan pêşandan.

(sş/şx)

ANHA