Li Kobanê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya QSDˈê

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya bi QSDˈê re anî ziman.

28 kanûn, 2024   14:08
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo tev li meşa girseyî bibin, li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn. Girseyê alên QSD`ê û wêneyên şehîdên azadiyê hildan û pankartên "Em hemû QSD ne", "QSD rûmeta me ye" vekirin. Her wiha bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin.

Girseya gel heta bi Qada Şehîd Egîd meşiya. Li wir piştî rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir.

Îsmaîl wiha axaftina xwe dewam kir: “Şervanên di çeperên şer de çi li eniya Bendava Tişrînê, çi li pira Qereqozaqê û gundewarên Minbicê û her wiha li aliyê Girê Spî jî şerekî dijwar dikin. Di wî şerî de şervanên me berxwedaneke dîrokî dinivîsin.”

`EM BERXWEDANA DÎROKÎ YA QSD`Ê PÎROZ DIKIN`

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş jî axivî û diyar kir ku şervanên QSD, YPG, YPJˈê her tim li hemberî dagirkeriyê tê dikoşin û got: “Şervanên me her tim êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane têk dibin û li hember wan berxwedaneke dîrokî bi tîpên zêrîn dinivîsin. Em hemû QSD ne, em ê her tim li pişta hêza xwe bin û li dora wan bibin xelek.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê” bi dawî bû.

(sş/k)

ANHA