Di merasîma sersaxiyê ya şehîdên Siwêdiyeyê de peyamên berxwedanê

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçerê ji malbatên şehîdên komkujiya Siwêdiyeyê re sersaxî xwest.

26 cotmeh, 2024   15:38
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker 23`yê Cotmehê stasyona petrolê ya Siwêdiyeyê topbaran kir û di encamê de 7 karkerên stasyonê; Beşar El Iwêd, Îsam Sibêh, Etallah Xidêr, Fadil El Cedan, Iliyas Îsa, Mehmûd El Hisên û Mîzer El HIsên şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji bo her heft şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li gundê Erûr ê bajarê Girkê Legê veda. Ji sibê ve şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Elî axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got: "Ji vir, ji vî cihî pak û pîroz em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin."

El Elî wiha domand: "Em ji cîhanê tev re dibêjin; gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê destkeftî û şoreşa xwe biparêzin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."

Endama rêveber a Kongra Star Nezha Seyfûdîn jî got: "Dewleta Tirk a dagirker êriş herêmê dike ji bo ku vîna gelê wê bişikîne. Lê ew nikare bigihêje wê armancê, emê li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan têkoşîn bidomînin."

Di dawiya axaftinan de, wesîqeyên şehadetê yên her heft şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA