Di meha Çile de 13 Kurd li Îranê hatin darvekirin

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di meha Çileyê de 13 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Di meha Çile de 13 Kurd li Îranê hatin darvekirin
1 sibat, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di meha borî de (Çile) 13 girtiyên Kurd ji tometên cûrbecûr, li girtîgehên Urmiye, Qizilhesarî Kerec, Cîroft, Kirmaşan, Mahabad û Sineyê hatine darvekirin.

 Hate ragihandin ku 7 welatî çalakvanên Kurdin, li bajarên Mahabad, Tahran, Kirmaşan, Sine, Bokan û Kerecê, bi tometên siyasî hatine girtin. Herwiha li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî jî cezayê darvekirinê hatiye birîn.

 Di heman daxuyaniyê de tê gotin; “Di meha borî de nêzî 68 welatî û çalakvanên Kurd, herwiha 3 ciwanên bin temenê 17 salî de jî, li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan û Îlamê, bi tometên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.  Herwiha 85 welatiyên Kurd yên xelkê Pîranşarê, bi tometa ‘propagandaya dijî hikumetê, cilûbergên Kurdî, govenda Kurdî û belavkirinên ser torên civakî’ ketine ber lêpirsînê.”