Di komkujiya li Hemayê de 8 kes hatin kuştin

Komeke çekdar li gundê Arza yê Hemayê komkujiyeke pêk anî û di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin.

Di komkujiya li Hemayê de 8 kes hatin kuştin
1 sibat, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Arza yê li rojavayê bajarê Hemayê komkujiyek hate kirin. Çalakvanan li ser torên meydaya dîjîtal navên hin kesên ku di wê komkujiyê de hatine kuştin, parve kirin. Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine qetilkirin wiha ne; Hafîz Salih Silêman, Basil Salih Silêman, Salih Elî Silêman, Elî Silêman, Emar Silêman, Beşar Silêman, Ehmed El Uşbah û Adil El Uşbah.

Li gorî çavkaniyên xwecih, komeke kesên rûgirtî piştî bi ser gundê Arza yê Hemayê de girt û bi hinceta lêpirsînê hejmarek şênî desteser kirin, piştre jî li nêzî çemê Asî qetil kirin. Çavkaniyan diyar kir ku cenazeyên wan kesan birine nexwexşaneya Hemayê.

Gelek hesabên din ên medyaya dîjîtal jî diyar kir ku çekdaran zêdetirî 10 kes bi demançeyên bêdeng qetil kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku êvara înê komeke çekdaran êrişî gundên elewiyan kir û herî kêm 10 kes qetil kirin.

(bb)