Di hewldana ketina gundê Segiro de 2 çete hatin kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Segiro yê gundewarê bajarê Eyn Îsayê. Lê şervanên QSDˋê bersica êrişan da, hewldan têk bir û 2 çete hatin kuştin.

Di hewldana ketina gundê Segiro de 2 çete hatin kuştin
19 ÇILE, 2025   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji fermandarekî leşkerî yê li wê eniya şer ragihandine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Segiro yê gundewarê bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê.

Heman nûçegihan aşkera kir ku şervanên QSDˋê bersiva êriş û hewldana çeteyan a ketina gund da û di encamê de pevçûnek derket, 2 çete hatin kuştin û gelek çete jî revîn.

(fr)