Di êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 10 kes birîndar bûn

Di êrişên Rûsyayê yên li ser bajarê Odessa yê Ukraynayê de 10 kes birîndar bûn û zirar li avahî û tesîsên li navenda bajêr bûn.

Di êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 10 kes birîndar bûn
27 nîsan, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê di saetên şevê de bi dronan li bajarê Odessa yê li başûrê Ukraynayê xist, di encamê de 2 jê zarok, 10 kes birîndar bûn, her wiha zirarên mezin li avahiyên niştecihan bûn.

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Odessayê Serhiy Lysak bi rêya Telegramê got, êriş li ser navçeya navendî ya Primorsky pêk hatine û zirar daye avahiyên niştecihbûnê, otelek û tesîsên li navenda bajêr.

(bb)