Di êrişa hewayî li Idlibê de 4 çete birîndar bûn

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyeke çeteyên ′Tehrîr El Şam′ ên girêdayî dewleta Tirk li başûrê Idlibê bombebaran kir, di encamê de 4 çete birîndar bûn.

Di êrişa hewayî li Idlibê de 4 çete birîndar bûn
3 mijdar, 2023   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyeke çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li nêzî gundê Filêfil li herêma çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de 4 çete birîndar bûn, hemwextî wê jî balafirên şer ên Rûsyayê çiyayê Erebeîn ê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Bi wê re îsal di êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê li herêma ′bêçek′ de 60 kes hatin kuştin û zêdetirî 104 kes birîndar bûn.

(fr)