Di êrişa çeteyan a li ser Helebê de 4 xwendekaran hatin kuştin

Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Helebê de 4 xwendekarên zanîngehê hatin kuştin.

Di êrişa çeteyan a li ser Helebê de 4 xwendekaran hatin kuştin
29 mijdar, 2024   12:07
HELEB

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker wargehên xwendekarên zanîngehê yên nêzî taxa Furqan a bajarê Helebê topbaran kirin.

Topek li yekîneya 15ˈan a wargehê ket û di encamê de qurbanî çêbûn.

Ajanas SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku di topbarana li ser wargehên xwendekarên zanîngehê de 4 xwendekar hatine kuştin.

(bb)