Di êrişa Amerîkayê de 8 kes hatin kuştin

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin gef da û got, eger êrişên li dijî hêzên wan ên li Sûriye û Iraqê neyên rawestandin, ew ê tişta pêwîst bikin.

Di êrişa Amerîkayê de 8 kes hatin kuştin
13 mijdar, 2023   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişên Amerîkayê yên li Dêrazorê de 8 endamên komên ku tê gotin alîgirên Îranê ne, hatine kuştin. Hat ragihandin ku di nava wan de welatiyên Iraqê û welatiyekî Sûriyeyê jî hene. Hat destnîşankirin ku di êrişan de birîndar jî çêbûne, rewşa hinekan giran e, ji lew re dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin duh daxuyandibû ku wan bersivdayîna êrişên li dijî hêzên wan li Sûriye û Iraqê, noqteyên komên ser bi Îranê ve bombebaran kirine.

 Li gorî Reutersê, Austin gotiye: “Êris li dijî cihekî perwerdeyê û maleke nêzî bajarên Bokemal û Meyadîn pêk hatine.”

Li gorî nûçeya SOHR`ê jî, êriş li dijî depoyên çek û cebilxaneyê û moşekavêjekê li Hesrat a gundewarê Bokemalê û mezreyên Heyderiyê yên li nêzî bajarê Meyadîn pêk hatine. SOHR`ê ragihand ku di êrişan de zirarên madî çêbûne.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê îro jî daxuyanî da û gef xwar. Austin got: “Divê ev êriş bên rawestandin, eger neyên rawestandin, em ê careke din ji bo parastina hêzên xwe tiştê pêwîst bikin.”

(c)