Li Hemayê di encama 2 bûyeran de 2 kes hatin kuştin

Li gundewarên Hemayê 2 kes di encama 2 bûyerên gulebaranê û avêtina bombeyekê de hatin kuştin.

Li Hemayê di encama 2 bûyeran de 2 kes hatin kuştin
17 tebax, 2026   14:55
HEMA

Di saetên dawî yên borî de li gundewarên Hemayê 2 bûyerên ji hev cuda rû dan, di encama wan de 2 kes hatin kuştin. 

Nûçegihanên me diyar kirin ku li herêma El Caciya ya li bajarê Hemayê çekdarên nenas kesek gulebaran kirin, di encamê de ew kes hat kuştin, heta niha nasnameya wî kesî ne diyar e. beriya hefteyekê jî li heman herêmê sûceke bi vî awayî pêk hat.

Îro berbangê, li gundê El Ezîziya ya Seleh El Xab, kesên nenas bombeyeke avêtin malekê, di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Safî El Elî hat kuştin.

(sb)