Di dema belavkirina alîkariyê de êriş: 25 kes hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê li başûrê bajarê Xan Yûnisê êrişî kesên li hêviya alîkariyan bûn kir, di encamê de 25 kes hatin kuştin.

Di dema belavkirina alîkariyê de êriş: 25 kes hatin kuştin
19 tîrmeh, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Eqsa ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser rêya El Tîna ya li başûrê bajarê Xan Yûnisê êriş bire ser kesên ku li benda alîkariyan bûn. Televîzyonê da zanîn ku di êrişê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kesên din birîndar bûn.

Piştre çavkaniyên bijîşkî yên filistînî jî ragihand ku hejmara kuştiyên êrişê gihaşt 25 kesan û da zanîn ku li başûrê Xezayê rewşa kêmbûna xwarin, ava vexwarinê û xizmetên tenduristiyê yên bingehîn, şert û mercên mirovî û jiyanê zehmettir bûne.

NY: REWŞA MIROVÎ JI BIN KONTIROLÊ DERDIKEVE

Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku  rayedarên Îsraîlê fermana nû ya koçberiya ji deverên bakurê Xezayê daye û aşkera kir ku ev yek jî krîza ji bo niştecihên ku di şert û mercên pir dijwar de bi berdewamî koçber dibin, mezintir dike.

Ofîsê da zanîn ku li nexweşxaneyan ku pêdiviyên têrker ên dermankirinê tune ne, zarok û mezin bi aloziya xurekê re rû bi rû ne. Her wiha da zanîn ku qedexeyên giran ên li ser tevgera alîkariyên mirovî hene.

OCHA’yê destnîşan kir ku rayedarên Îsraîlê ji 13 hewldanên garantiya derbaskirina alîkariyên mirovî tenê rê daye 7 hewldanan.

27’ê Hezîranê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji dema belavkirina xurekê ya di dawiya Gulanê de, artêşa Îsraîlê zêdetirî 410 filistiniyên hewl dida xwe bigihînin qadên alîkariyê, kuştin. Ji OHCHR’ê berdevk Thameen Al Kheetan gotibû “Xelkê Xezeyê hîna di navbera mirina ji birçînan yan jî xetereya were kuştin de, tercîhê dike.”

MSF’Ê HIŞYARÎ DABÛ

Bijîjkên Sînornenas (MSF) jî bang kiribû ku xebatên Weqfa Alîkariyê ya Xurekê ya li Xezeyê, demildest bên rawestandin. MSF’ê destnîşan kiribû ku ev sîstema alîkariyê ya bi piştgiriya Îsraîl û DYA’yê, “mekanîzmayeke alîkariyê ya mirovî ya sexte ye” ku filistîniyan sewqî mirinê yan jî xetereya mirinê dike.

 (ac/bb)