Di bombebarana Rûsyayê de 10 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li gundewarên Idlibê de 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kes birîndar bûn.

Di bombebarana Rûsyayê de 10 kes hatin kuştin
17 cotmeh, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê li nêzî bajarê Idlibê kargeheke mobîlyayê û kargeheke guvaştina zeytûnan bombebaran kirine.

SOHR’ê diyar kir ku di encama bombebaranê de 10 kes hatine kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne û di nava kuştiyan de zarokek heye û 14 birîndar jî zarok in.

Her wiha SOHR’ê destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê berbanga îro qadên leşkerî û yên sivîlan ên gundewarên Idlibê û Girê Kebana yê li bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

(bb)