Di 24 saetan de bi 55 topan gundên Minbicê hatin hedefgirtin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 24 saetên dawîn de bi 55 topên hawanan gundên Minbicê topbaran kirin.

Di 24 saetan de bi 55 topan gundên Minbicê hatin hedefgirtin
27 mijdar, 2024   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên êrişên dagirkeriyê yên 24 saetn dawîn aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê hedef girtin.

Li gorî navendê, dagirkeriyê gundê Biwêhic bi 38 topan, gundê Boxaz bi 10 topan, gundê Cerad bi topekê, gundê Um Celûd bi 3 topan, gundê Korhiyok bi 3 topan topbaran kirin.

 Di daxuyaniya navendê de hat aşkerakirin ku di topbaranên çeteyan li gundê Ereb Hesen ê gundewarê bakurê rojavayê Minbicê de ciwanê bi nave Mistefa Berekat Hesen (17) birîndar bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi armanca tirs û xofê bixin nava welatiyan, ewlehî û aramiya herêmê hedef bigirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên xwe li ser gundên kantona Minbicê zêde kirine.

(fr)