Di 2024ˋan de rejîma Îranê 51 kolber qetil kirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di sala 2024’an de 51 kolberên Kurd qetil kirine û 240 kolber jî birîndar birîndar kirine.

Di 2024ˋan de rejîma Îranê 51 kolber qetil kirin
18 ÇILE, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî amarên kolberên Kurd daxuyaniyek belav kir.

Li gorî rapora torê belav kirî, sala 2024’an 51 kolberên Kurd li herêmên sînorî yên parêzgeha Urmiye, Bane, Serdeşt, Pawe û Kirmanşan ji aliyên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Her wiha 246 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hate gotin ku zarokek temenê wî jêrî 18 salî ji serma miriye.

Di dewama raporê de hate destnîşan kirin ku kolber di encama êrîşên rejîma Îranê, ketina xwarê ya ji latan, teqîna bombeyan û êşkencekirinê jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.