Di 2 êrişên cuda de li başûrê Idlibê 3 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin

Hejmara kuştiyên di pevçûnên bejayî de di navbera hêzên Şamê û çeteyan de li bakurê rojavayê sûriyeyê ji destpêka 2024'an ve gihîşt 128'an.

Di 2 êrişên cuda de li başûrê Idlibê 3 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin
22 adar, 2024   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama operasyona sekvaniyê ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li dijî hêzên Şamê li Fetatre ya başûrê Idlibê de, 2 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin.

Her wiha leşkerekî din di topbatana çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li Melacê ya başûrê Idlibê de hat kuştin.

Di encamê de hejmara kuştiyên di pevçûnên bejayî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê di 119 operasyonan de gihîşt 128'an. Her wiha di wan pevçûnan de zêdetirî 56 leşker û 53 sivîl birîndar bûn.

(mh)