Dewriyeke Îsraîlê kete bakurê Quneytîrayê

Dewriyeke Îsraîlê ya ji 7 wesayîtan pêk tê kete gundewarê bakurê Quneytîrayê û bendeke demkî ya kontrole çêkir û piştre vekişî.

Dewriyeke Îsraîlê kete bakurê Quneytîrayê
4 tebax, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê SANA’yê, hêzeke Îsraîlê ya ji 7 wesayîtan pêk tê derbasî herêma çatrêya Kesarat Cubata El Xeşeb a bakurê Quneytîrayê bû.

Nûçegihanê SANA’yê diyar kir ku dewriyeya Îsraîlê bendeki demkî li herêmê çêkir, welatî kontrol dikir û piştre vekişiya.

Der barê çêbûna pevçûnan an jî birîndariyan de tu agahî nehatin parvekirin û aliyê Îsraîlê re jî têkildarî bûyerê agahî belav nekirin.

(f)