Dewleta Tirk careke din êrişî berxwedêrên Tişrînê kir: Birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Dewleta Tirk careke din êrişî berxwedêrên Tişrînê kir: Birîndar hene
Dewleta Tirk careke din êrişî berxwedêrên Tişrînê kir: Birîndar hene
Dewleta Tirk careke din êrişî berxwedêrên Tişrînê kir: Birîndar hene
21 ÇILE, 2025   13:46
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker careke din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 40 rojî ve êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, li bendavê nobetê digirin.

Dewleta Tirk gelek caran êrişî nobedarên bendavê kirine û komkujî pêk anîne. Di encama komkujî û êrişan de 15 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.

(bb)