Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rêya Kortek û gundê Bolî yên li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
1 mijdar, 2024   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Ronews’ê beriya bi çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagireker rêya Kortek û gundê Bolî yên li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gor heman agahiyan, heta van kêliyan jî balafirên şer li ser asîmanê herêmê difirin.

Di derbarê ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal bidest neketin.