'Destûr û sîstemek demokratîk nebin aştî pêk nayê'

Rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê (SCSD) Nasir Hac Mensûr got, ji bo aştî li Sûriyeyê pêk were divê sîstema demokratîk û hevkar were avkirin ku azadiya hemû pêkhateyan nas bike û rêz bidin pirrengiyê civakî.

'Destûr û sîstemek demokratîk nebin aştî pêk nayê'
7 nîsan, 2026   05:30
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li Sûriyeyê krîza siyasî, aborî, civakî û hwd. derbas dibe. Ji bo çareseriya van krîzan Rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê (SCSD) Hac Mensûr ji ajansa me re axivî.

Nasir Hac Mensûr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber destwerdana gelek hêzan, pirsgirêka aştiyê li Sûriyeyê gelekî kûr e, şert û mercên herêmî jî bandor li ser Sûriyeyê dike.

Nasir Hec Mesnûr anî ziman ku ji bo aştiyê li Sûriyeyê pêk were divê sîstema demokratîk were avakirin  û wiha domandin "Divê hevkarî hebe, azadiyan bidin gelan, zilmê bi dawî bikin û kiryarên berê hatine kirin werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin. Bi vê gavê re pêkhateyên Sûriyeyê dê metirsiyên xwe derbas bikin û garantiya mafên hemû pêkhateyan were dayîn."

Hac Mensûr anî ziman ku li Sûriyeyê sîstem ne demokratîk e, lew ra jî aştî pêk nayê û got:" Ji bo aştî pêk were divê destpêkê insanên ku aştiyê bipejirînin, werin ava kirin. Ji ber li Sûriyeyê sîstem û destûr ne demokratîk in aştî pêk nayê. Sûriyeyê bûye navenda sîstemên ne demokratîk û baweriya wan bi demokrasiyê nayê. Tu têkiliya van sîsteman bi mafên mirovan re nîne."

Her wiha Hac Mensûr da zanîn ku kiryarên hatine kirin nehatin lêkolînkirin û ev li gotinên xwe zêde kirin:"Hesab ji kesekî nehat xwestin. Rayedarên hikûmeta demkî ne di axaftinên xwe û ne jî di pratîka xwe de girîngî nadin demokrasiyê. Li Sûriyeyê gelek netewe û etnîk hene, parçebuyîna siyasî heye, destwerdanên derve hene û destûrek ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike nîn e, ji ber vê yekê krîz derketin û li gelek herêman buyerên ku xwîn tê de birije, qewimîn. Ji ber vê yekê tirs heye û mekanîzmayên hesab pirsînê tine ne."

Hac Mensûr di nava axaftinên xwe de diyar kir ku eger ev rewş li Sûriyeyê bidome û çareserî jê re neyê dayîn dê rewş li Sûriyeyê xirabtir bibe.

Ji bo çareserkirina krîzên Sûriyeyê Hac Mensûr wiha got:" Li Sûriyeyê ji bo dawî li pevçûnan were, rolek mezin a diyalogê heye. Ji bo pirsgirêk çareser bibin pêdivî bi diyalogê heye. Aliyên ku diyalogê dikin divê bighîjin encamê û di pratîkê de gav bavêjin. Lê belê li Sûriyeyê rêbazê diyalogê gelekî kêm e û zêde nayê bikaranîn. Gelek kongre li ser asta Sûriyeyê hatin lidarxistin û girîngî dan ferasetên edalet, aştî û hevkariyê lê belê di piratîkê de gav nehat avêtin. Girtî nehatine berdan û azadiya kesayetî sînordar dikin. Li Sûriyeyê destûrek li gorî modêla hevpeymana civakî girîng e. Di hevpeymana civakî de têkiliyên civakî birêxistin dikin, teşeyê têkiliya navbera dewletê û hemwelatiyan de û berpirsyariya her du aliyan diyar dike."

Hac Mensûr têkildarî polîtîkayên ji aliyê hikûmeta demkî tên birêvebirin got:"Hikumet êrişên ji aliyê hin êlan ve têne kirin û gotinên kîndariyê bi kar tîne da ku serweriya xwe ferz bike û aliyên muxalif bêdeng bike. Ev rêbaz beravajî pêdiviyên pêvajoyê ne. Zimanê nefretê li ser medya dijîtal derfet nade ku aştî, hevkarî û aramî li Sûriyeyê çêbibin. Di heman demê de destwerdanên derve bandore li pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê dike. An ku hêzên destwerdêr bi armanca ku berjewendiyên xwe pêk bînin, dikarin dev ji projeyên herî mezin ên demokasî û aştiyê berdin."

Rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê (SCSD) Nasir Hac Mensûr di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Ji bo avakirina Sûriyeya serbixwe divê gelê Sûriyeyê destek bidin hevdû û bi hev re aştiyê pêk bînin. Gelê Sûriyeyê divê li ser rêgezên aştiyê li hevdû bikin, bi hev re biryara jiyana hevbeş bidin û zimanê danûstandinê li gorî avakirina civakeke hevkar û aram bidin bikaranîn."

(np)

ANHA