Dayika 2 şehîdan Rebîha Mihemed wefat kir

Rebîha Mihemed ku dayika 2 gerîlayên şehîd e, duh ji ber krîza dil wefat kir.

Dayika 2 şehîdan Rebîha Mihemed wefat kir
18 mijdar, 2024   13:53
QAMIŞLO

Rebîha Şerîf Mihemed sala 1958ˈan li bajarê Dêrikê hatiye dinyayê û dayika 4 kur û 3 keçan e. Keça wê Olîn (Cîhan Şêxmûs) ya gerîla, di sala 1999ˈan de şehîd bû. Kurê wê yê gerîlayê HPGˈê Cîhad (Kamîran Şêxmûs) jî di sala 2001ˈê de şehîd bû.

Rebîha Mihemed ji salên 1990ˈî ve ji bo azadiya gelê Kurd di nava têkoşînê de ye. Di çarçoveya Şoreşa 19ˈê Tîrmehê de wek endam di nava Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê de kar û xebat meşand. Her wiha cihê xwe di çalakiyên gel de digirt.

Rebîha Mihemed duh (17 Mijdar) di temenê xwe yê 66 salî de ji ber krîza dil li Dêrikê wefat kir. Cenazeyê wê li gundê Kanî Kirikê yê Dêrikê hat veşartin.

(bb)

ANHA