DAIŞˊê êriş kir: 5 leşkerên Şamê li Tedmurê hatin kuştin

SOHRˊê diyar kir ku li çolistana Tedmurê di encama êrişa çeteyên DAIŞˊê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê hatin kuştin.

DAIŞˊê êriş kir: 5 leşkerên Şamê li Tedmurê hatin kuştin
2 sibat, 2024   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞˊê êriş bir ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê li nêzî stasyona sêyemîn a li çolistana Tedmurê li rojhilatê Humisê, di encamê de pevçûn çêbû û 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên Îranê hatin kuştin.

(fr)