Dagirker bi dronên xwekuj gundewarê Eyn Îsayê hedef digirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dronên xwekuj û topan gundê El Ebid El Cuma hedef digirin, di heman demê de gundên Siwêdiyê û Teîs ên bajarê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Dagirker bi dronên xwekuj gundewarê Eyn Îsayê hedef digirin
1 sibat, 2025   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dronên xwekuj û topan gundê Ebid El Cuma yê bajarê Eyn Îsayê hedef digirin, lê tu windahî çênebûn.

Her wiha hemwextî wê, dagirker gundên Siwêdiyê û Teîs ên bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran dikin.

(fr)