Dadgehkirina berpirsên rejîma Baasê dest pê kir

Li Sûriyeyê dadgehkirina berpirsên dezgehên ewlehiyê yên di dema rejîma Baasê dest pê kir.

Dadgehkirina berpirsên rejîma Baasê dest pê kir
26 nîsan, 2026   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro (yekşemê) dê berpirsê dezgeha ewlehiyê yê rejîma Baas Atif Necîb li dadgeha El Cînayat a qesra edlî ya Şamê, dadgeh bikin.

Atif Necîb sala 1960'î li bajarê Cebla yê girêdayî Laziqiyê ji dayîk bûye. Dildarî tev li fakulteya şer bû. Dema ku fakûlte bi dawî kir bû sertip. Navbera sala 2008-2011`an bibû berpirsê şaxê ewlehiya siyasî yê li Derayê.

Sala 2011`an li Derayê gel rabû xwepêşandanan. Piştî xwepêşandanên Dera dihat gotin ku Atif Necîb heqaret li rûspî û gelê Derayê kiriye. Bi taybet dema ku zarokên Dera ji aliyê hikûmetê ve hatin girtin û rûspî ji wan xwestin ku zarokan berdin, Necîb heqaret li wan kiriye.

Rayedarên hikûmetê dibêjin bi vê dadgehkirina Atif Necîb re wan dest bi dadgehkirina endamên rejîma Baasê kirine.

Piştî ku hikûmeta Şamê ragihand wan dest bi dadgehkirina endamên rejîma Baasê kirine, gelê Sûriyeyê daxwaz kir ku hemû kesên destê wan di xwîna gelê Sûriyeyê de heye, berî hilweşandina rejîma Baas û piştî wê jî kesên komkujî pêk anîne mîna komkujiyên li Beravê û Siwêda, werin dadgehkirin.

(np)