CPT-Amerîka: Êrişên artêşa Tirk ji sedan 78 zêde bûne

Rêxistina CPT ya Amerîkî ragihand ku li gorî meha Adarê, êrişên artêşa Tirk ên di meha Nîsanê de ji sedan 78 zêdekiriye û wiha hate ragihandin: “210 caran bombebaran û êriş li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

CPT-Amerîka: Êrişên artêşa Tirk ji sedan 78 zêde bûne
11 gulan, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), derbarê êrişên artêşa Tirk ên di meha Nîsanê de li ser Başûrê Kurdistanê de raporek belav kir.

Li gorî rapora CPT ya Emerîkayê, artêşa Tirk di meha Nîsanê de 210 êriş û bombebaran li ser Herêma Kurdistanê pêkaniye ku ji sedan 92’yê êrişan li ser parêzgeha Dihokê bû.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk êriş û bombebaranên di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê ji sedan 78 zêde kiriye.

Hêjayî gotinêye ku di 1’ê Adarê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo, agirbesta yek alî ragihandibû. Lê artêşa Tirk a dagirker bê navber êriş û bombebaranên xwe dijwartir berdewam kiriye.

Tevî êriş û bombebaranên berdewam, di 9’ê Gulanê de PKK’ê ragihand ku 12’emîn Kongreya PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de bi şêweyek serkeftî hate lidarxistin.

Tevahiya rapora CPT ya Emerîkayê li vire.