Cotkar û bazirganên Dirbêsiyê daxwaza dayîna pereyên genim kir

Cotkar û bazirganên bajarê Dirbêsiyê ji ber derengketina wergirtina pereyên genim bi astengiyên aborî re rû bi rû ne. Ev yek bandorê li tevgera bazirganî û peydakirina pêdiviyên ji bo demsala nû ya çandiniyê dike.

Cotkar û bazirganên Dirbêsiyê daxwaza dayîna pereyên genim kir
4 cotmeh, 2026   03:33
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Cotkar û bazirganên herêma Cizîrê ji ber derengketina wergirtina pereyên firotina genim ên vê demsalê bi astengiyên aborî yên zêde re rû bi rû ne. Ev rewş bi zêdebûna deynan û zêdebûna lêçûnên hilberînê re aloztir dibe. 

Cotkarê bi navê Xoşnav Îso yê ji bajarê Dirbêsiyê der barê mijarê de got: “Derengketina wergirtina pereyên fortina genim a vê demsalê zirareke mezin daye cotkaran, ji ber ku piraniya wan neçar mane ku pereyan deyn bikin da ku pêdiviyên çandiniyê yên wekî tov û semadê peyda bikin.”

Îso diyar kir ku ev derengketin bandorê li tevgera bazirganî ya li herêmê jî kiriye û destnîşan kir ku cotkarên ku dravên xwe wernagirin nikarin deynên xwe bidin û pêdiviyên demsala nû peyda bikin, ku ev jî bandorê li xwediyên dikanan û sektorên bi demsala çandiniyê ve girêdayî ne, dike.

Îso her wiha bal kişand ser lêçûnên zêde yên çandiniyê, bi taybet buhayê mazotê ya ji bo xebitandina pompên avdanê tê bikaranîn, ku barê li ser cotkaran zêde kiriye û derferta wan a avdan û çandina erdên xwe sînordar kiriye.

Îso bang li rayedarên têkildar û hikûmeta li Parêzgeha Hesekê kir ku destwerdanê bikin û belavkirina fatûreyên cotkaran û dayîna dravên wan bilezînin. Her wiha hişyarî da ku derengketina dana pereryê cotkran dê êşa wan zêde bike û dê nikaribin mûçeyên karkeran û bidin û pêdiviyên demsala çandiniyê ya nû peyd bikin.

Bazirganê bi navê Ehmed Îso ê ji Dirbêsiyê got derengketina radestkirina pereyên genim rasterast bandorê li cotkaran welatiyan û tevgera bazirganiyê yên li herêmê dike. Îso diyar kir ku demsala çandiniyê îsal baş bû, lê ji ber derengketina dayîna pereyên firotina genim, vê başbûnê ti bendewar li jiyana welatiyan nekir.

Îso destnîşan kir ku gelek şênî hîn jî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe xwe dispêrin deynên ji dikanên herêmî û ew li benda dayîna deynên xwe ne.

Îso banga çareseriyeke bilez ji bo derengketina dayîna pereyên genik kir û xwest ku buhayê mazotê were kêmkirin, mûçeyên karmendan were bilindkirin ku alîkariya welatiyan bike.

(k)

ANHA