Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist

Bi diruşma "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî ya li herêmê û Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin.

Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist
Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist
Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist
Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist
Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê civîna salane li dar xist
14 kanûn, 2025   20:46
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê bi diruşma "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e" civîna xwe ya salane li hola Meclisa Rêveber a kantonê li dar xist.

Di civînê de endamên tevgera ciwanan, nûnerên ji Desteya Ciwan û Werzîşê û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, şêwirmendê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed El Salih li ser girîngiya vê kombûnê di vê merheleya hesas de axivî.

Li aliyekî din jî şêwirmendê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed rewşa siyasî û pirsgirêkên heyî yên siyasî axivî.

Mihemed li ser asta Sûriyeyê jî bali kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mekanîzmayên siyasî yên xurtkirian aramiyê li herêmê.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo ciwanan hatin xwendin.

Li aliyekî din jî hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê Nûr El Hesen rapora salê xwend û sînevîzyonek li ser xebatên îsal ên ciwanan hat pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê, kesên amade zehmetiyên herêm pê re rû bi rû ye nîqaş kirin.

Civîn gelek xalan bi dawî bû, ji wan xalan:

Birêxistinkirina tevgerên ciwanan bi rêya xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Aktîvkirina Komîteya Çand û Hunerê ji bo xurtkirina çandê di nava ciwanan de.

(fr)