Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎

Li navçeya Amûdê bi pêşengtiya ciwanan meşeke meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên ‎dewleta Tirk a dagirker hate li dar xist. ‎

Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
Ciwanên Amûdê bi meşeke meşaleyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin ‎
28 kanûn, 2023   21:18
QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê li pêşiya Qada Şehîd Cîhad  bi dehan ciwan û hemwelatiyên  navçeyê ‎beşdarî meşa meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê ‎Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bûn. ‎

Meş ji aliyê ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan a Amûdê hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmayên``Na ji dagirkeriyê``û`` Na ji îxanetê re`` hatin berzkirin. ‎

Meş li navenda ciwanan  bi daxuyaniyekê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan ‎Sîdra Elî dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk a dagirker ji ‎êrişenli dijî herêmên Rojavayî Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ew e ku ‎aramî û îstîqrara herêmê têk bibe. ‎

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna ciwan û gel lawaz nekin, ji wê zêdetir dê ciwan êrişên dagirkeriyê têk bibin û soza xwe ya tolhildanê dubare dikin. ‎

Bi diruşmayên``Bijî Rêber Apo`` Bijî şoreşa Rojava`` meş bi dawî bû.‎

‎(lî)‎

ANHA 

‎‎