Ciwanek li ser sînorê Lubnanê birîndar bû

Ciwanek dema ku hewl da di rêyên neqanûnî de derbasî Lubnanê bibe, di encama teqîna mayînekê de birîndar bû.

Ciwanek li ser sînorê Lubnanê birîndar bû
12 îlon, 2026   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, ciwanek ji bajarê Telbîsa yê gundewarên Humsê dema hewl da di rêyên neqanûnî de derbasî Lubnanê bibe, di encama teqîna mayînekê de bi giranî birîndar bû.

Ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneya Wetenî ya parêzgeha Tertûsê.

SOHR‘ê ragihand ku li Sûriyeyê ji destpêka îsal (2026) de 253 kesan di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da û 392 kes jî birîndar bûn.

(bb)