Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin

Bi armanca nirxandina geşedanên dawîn ên li Sûriyeye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê ji ciwanan re civînek li dar xist.

Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
Ciwanan geşedanên dawîn nirxandin
4 ÇILE, 2025   15:53
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê têkildarî rewşa dawîn a ku Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, civînek li dar xist.

Civîn bi beşdariya bi dehan ciwanên ji Hesekê, Şedad, Hol û Dirbesiyê, li Hola Serdem a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Civîn ji hêla berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ve hate birêvebirin.

Nûrî Mehmûd wiha got: "Em wek gelê Sûriyeyê li bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Dêr Hafêl ji bo rûmeta gelê xwe li ber xwe didin. Her wiha parastina projeya Sûriyeyê dikin. Em ê heya dawiyê tê bikoşin ji bo ku em bigihêjin Sûriyeyeke azad û demokratîk."

Nûrî destnîşan kir ku berxwedana ku tê meşandin berdêlên wê gelekî giran in û wiha domand: “A ku dihêle em li ser pêyan bin û vê têkoşînê bidin meşandin, gelê me ye. Gelê ku bawariya xwe bi vê projeyê aniye. Ev gel jî heya niha fedakariyê dike. Eger ne ji gelê me bûya, me nedikarî li hember dagirkeriyê tê bikoşin."

Nûrî Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em li hember dagirkeriyê û DAIŞ’ê şer bikin. Me bi vîna gelê xwe ev şoreş gihand vê astê û ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe xurttir bikin."