Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir

Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê bi rêvebirina Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz ve dest pê kir.

Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir
24 tebax, 2026   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Desteya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de bi 467 dengan bû qanûn û di rojnameya fermî de hat ragihandin. 

Ji bo sepandin anku pratîkirina qanûnê dê 3 destê bên avakirin. Yek van destayan jî Desteya Şopandin û Tespîtê ye. Civîna yekem a Desteya Şopandin û Tespîtê bi rêveberiya Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz, li Beştepeyê dest pê kir. Di civînê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîfçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎT‘ê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî ya MGKê Oktay Memîş jî amade bûn.

Çavkanî: Ajansa Welat