Cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan hat birîn

Hat ragihandin rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan birî.

Cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderan hat birîn
3 gulan, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên di medyaya Îranê de hatine belavkirin, Dadgeha Şoreşê ya Şîraz cezayê darvekirinê li 4 kesên ku tev li xwepêşandanên gelên Îranê bibûn, birî.

Di nûçeyan de hatiye diyarkirin ku her 4 xwepêşander di dema xwepêşandanên li navçeya Mirudeşt a ser bi parêzgeha Farsê ve  ji aliyê wezareta Îtalaeta Îranê ve hatibûn binçavkirin. Piştre di bin îşkenceyek giran de  îfadeyên wan hatine girtin û bêy ku parêzer li dadgehê amade bin, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî, her 4 girtî di hucreyên yek kesî de hatine hiştin, îşkenceyek giran li wan hatine kirin û ew neçar hiştine ku berpirsyartiya bûyeran û sûcan bigrin ser xwe. Hatiye gotin ku yek ji wan kesan ji ber îşkenceyê ziyan gihiştiye çavên wî.