Çeteyên DAIŞˈê êrişî hêzên Şamê kir

Çeteyên DAIŞˈê li gundewarên rojhilatê Humisê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kir.

Çeteyên DAIŞˈê êrişî hêzên Şamê kir
11 mijdar, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞˈê li bejahiya Suxne ya gundewarên rojhilatê Humisê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kiriye.

SOHR’ê diyar kir ku DAIŞˈê bi çekên navîn û obîsan êriş bir ser nuqteyên hêzên Şamê û di encama bersivdayînê de şer di navbera her du aliyan de derket.

Hate diyarkirin ku di şer de kuştî û birîndarên hêzên Şamê hene û çete ji deverê vekişiyan.

SOHR’ê da zanîn ku piştî êrişê, balafirên şer ên Rûsyayê cihên ku çeteyên DAIŞˈê lê ne bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku deverên Um Siyul, Cebel El Dahik û Rewd El Wehiş yên derdora Suxneyê hatin bombebarankirin.

(bb)