Çeteyekî tev li êrişa li Moskovê bûye ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye

Ajansa RIA ragihand ku çeteyekî ku tev li êrişa terorî ya şeva borî ya li Moskovê bûye, ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye.

Çeteyekî tev li êrişa li Moskovê bûye ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye
23 adar, 2024   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li dijî salona konseran Crocus City Hall a li paytexta Rûsyayê Moskovê êrişeke çekdarî hate kirin û DAIŞ’ê li xwe girt. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê 115 kes di êrişê de hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku 3 zarok jî di êrişê de hatine qetilkirin.

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê (RIA) der barê êrişê de agahiyên nû belav kirin. RIA’yê ragihand ku yek ji çeteyên ku beşdarî êrişa êrişa terorî ya şeva borî li Moskovê bûye ku ji aliyê polîsan ve hatiye girtin, di kurtedîmenekê de diyar dike ku ji Tirkiyeyê derbadî Rûsyayê bûye.

Her wiha li gorî heman dîmenê, navê çeteyî Ferîdûn Şemsedîn e û di 4’ê Adarê de ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bûye.

Çeteyê Ferîdûn Şemsedîn dibêje ji bo kuştina hemû kesên di Crocus City Hall de, nîv milyon ruble dane wan.

Danê sibehê Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Rûsyayê ragihandibû ku 11 çete bi tometa pêkanîna êrişa terorî ya duh bi şev hatine girtin ku 4 ji wan çeteyên DAIŞ’ê ne.