Çeteyan welatiyek revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên Sultan Murad ên girêdayê dewleta Tirk a agirker welatiyê bi navê Miheydîn Mihemed ê 41 sal revand û dest danî ser erebeya wî.
Li gorî çavkaniyan, Mihyedîn Mihemed ji gundê Kopik ê Mabata ye û li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê hat revandin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ji sala 2018’an ve dest danîne ser mala Mihyedîn û got, dema Mihyedîn daxwaza mala xwe kir çeteyan wî revandin û erebeya wî desteser kirin.
(bb)