Çete zeytûnan didizin piştre daran dibirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku berhemên wan dizîn 25 darên zeytûnan ên li navçeya Bilbilê ya Efrînê birîn.

Çete zeytûnan didizin piştre daran dibirin
21 cotmeh, 2023   10:41
 ŞEHBA
Li gorÎ agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên Sutlan Mûrad li navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrînê 25 darên zeytûnan ên berhemên wan hatine berhevkirin, birîne.

Hat zanîn ku darên hatine qutkirin ên gundiyê bi navê Hisên Menan in. Tevî ku Menan ji bo ku çete nêzî zeviyê wî nebin pere jî dabûn wan, lê çeteyan berhemên wî dizîn û darên wî qut kirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve salane berhemên zeytûnan tên dizîn.

(c)