CENTCOM: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku ji 28’ê Sibatê û vir ve di şer de zêdetirî 300 leşker birîndar bûne û 13 leşker jiyana xwe ji dest dane.

CENTCOM: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne
27 adar, 2026   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya DYAˊyê (CENTCOM) daneyên nûjen ên der barê şerê Îranê yê ku 28’ê Sibatê dest pê kir de, parve kirin.

Di daxuyaniya îro de hat diyarkirin ku ji destpêka şer ve zêdetirî 300 leşkerên DYA’yê birîndar bûne. Berdevkê CENTCOM’ê Tim Hawkins got, "Ji destpêka Operasyona Epic Fury ve nêzîkî 303 leşkerên DYA’yê birîndar bûne. Piraniya van birîndaran sivik in û 273 leşker vegeriyane ser erkê xwe."

Rayedarekî DYA’yê ku bêyî ku navê xwe bidei AFP’ê re axivî û diyar kir ku rewşa 10 leşkeran giran e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 leşkeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Hat bibîrxistin ku 7 leşker li herêma Kendavê û 6 jî li Iraqê hatine kuştin.